Xwestina Ermenîstanê ewe, ku şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê bike û nava vê pirsêda ew li ser t’abîya xweye. Derheqa wê yekêda wextê civîna şêwira sîyasîya dijî r’uşetxwerinê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye û daye dîyarkirinê,wekî niha zyana ku r’ûê r’uşetxwerinêda gihîştîye dewletê û dereca dasekinandina wê ji fikira pêşda nimiztire. “Lêpirsîna xirabk’arîyên r’uşetxwerinê û dasekinandina zyana dewletê bi wî cûr’eyî pêşda naçe, çawa ku civak hîvîya wê yekêye”,-P’aşînyan gotîye. “Em gerekê vî alîda guhdarbin, bona ku şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê bi sazkirina sîstêmên nûva qewîkin”,-serekwezîr gotîye û serda zêde kirîye,wekî wî alîda xebata mezin hatîye kirinê, bi t’aybetî ew yek wekî h’ukumatê ew r’îya nava stratêgîya dijî r’uşetxwerinê dîtîye.
Gotarên eynî
Ji alîyê Adirbêcanê ve ragîhandina Şûşîyê wek paytexta ciwanan ya teşkîleta hevkarîya Îslamî, berovajîkirina dîrokê ye: fonda “Gexard”
23.04.2024, 19:25
Mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan tundîya li dijî ermenîyên Arsaxê ji alîyê Adirbêcanê ve bi kûrahî lêkolîn dike
23.04.2024, 18:30
Herwiha kontr’ol bike
Close