Cîhan
Beşa Kavkazêye sîlîkonî: prêsa Îtalîyaê derheqa goveka Ermenîstanêye têxnologîyada

Mecala prêssyaê, ya Îtalîaêye RaiNews-ê derheqa goveka têxnologîyaên Ermenîstanêye înformasîonda nivîsîye. R’ojnemevan Martîno Sênîga li hevaltîyên Ermenîstanêye têxnologîyaên bilind qesidîye û derheqa wanda daye dîyarkirinê. “Li p’ayt’extê Ermenîstanê-Yêrêvanê îro gelek hevaltîyên têxnologîyaên bilind hene, ji k’îjana gelek nava dinîyaêda pêşk’eftîne. Hema bo wê yekê ji şeşa h’etanî nehê cotmehê li Yêrêvanê wê h’emcivîna h’emdinîyaê, ya têxnologîyaên înformasîon derbazbe”,-r’ojne’mevan nivîsîye.Ewî t’evî wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan qise kirîye û paşê çûye merk’ezên têxnologîyaên înformasîon.Nava r’êportaja xweda ewî usa jî derheqa Ermenîstanê û çanda ermenîda daye dîyarkirinê.







