Civak

Mat’êmatîkê k’urd çawa “fikirdarê” li dinîyaêyî herî baş hatîye bijartinê

Mat’êmatîkê k’urd, xudanê mêdala Fîldsê û profêsorê ûnîvêrsîtêta K’êmbrîcê K’aûçêr Bîrk’ar çawa fikirdarê dinîyaêyî sala 2O19-yî herî baş hatîye e’lamkirinê.Hatîye r’agîhandinê,wekî nava 5O-î navada dengdayîn hatîye derbazkirinê.Hatîye gotinê,wekî Bîrk’ar serk’etîye û ji nîvî zêdetir deng berev kirine. Sala 2O18-a Bîrk’ar layîqî mêdala Fîldsê bûye, lê sala 2O19-a ewî li Londonê r’ewa miletîyê stendîye. Bîrk’ar li K’urdistana Îranê sala 1978-a ji dayîk bûye. Ew sala du h’ezarê çûye Anglîyaê û bûye profêsorê ûnîvêrsîtêta K’êmbrîcê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button