SerekeSîyasî

Serekwezîrê K’urdistanê dêlêgasîya ŞAY-ye leşkerîye derecebilind qebûl kirîye

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî dêlêgasîya ŞAY-ye leşkerî qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê gênral Pol Lakamêr derheqa koordînasîyakirina di navbera Herêma K’urdistanê û h’ukumata K’urdistanêda, ya derheqa hevk’arîya nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê xeberdaye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî qezîya ji alîyê DAÎŞ-da hela hê heye, nenihêr’î wê yekê,wekî nava şer’k’arîyêda DAÎŞ bin k’etîye, lê r’ûê  heyîna k’omên mayîda mihacir nikarin veger’ine malên xwe. Barzanîyê serekwezîr careke mayîn e’lam kirîye,wekî h’alê neqewîn girêdaîye wê yekêr’a, ku k’oka wê xirabk’arîyê nehatîye t’unekirinê, bi saya k’îjanê DAÎŞ pêşda hatibû. Serekwezîr careke mayîn bona piştgirîya koalîsîonêye hindava pêşmergada r’azalixî e’lam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button