H’emû nûçe

Şêwira K’urdistanêye wezîra, pêşîya destpêbûna sala xwendinê, pirsên p’erwerdê gotûbêj dike

Bi serk’arîya Me’srûr Barzanîyê serekwezîr civîna h’ukumatê derbaz bûye, bona gotûbêjkirina cêrge pirsa, nava wanda pirsên p’erwerdê, r’îya û fînansa. Anegorî e’lametîyê, wezîrên p’erwerdê û xwendina bilind li ber h’ukumatê derheqa wan pirsgirêkada r’aber kirine, yên ku li mek’t’eba û zanokoyên herêmê dîyar dibin.Barzanîyê serekwezîr gotîye,wekî beşa p’erwerdê û xwendina bilind gelekî girînge û pêr’a jî bangî wezîra kirîye, ku bice’dînin h’alê li mek’t’eba û zankoya bidine milahîmkirinê.Ewî usa jî t’eslîmî wezîretên anegor kirîye, ku komîtêyê sazkin û pirsgirêkên nava wê govekêda h’elkin. Xeberdan usa jî derheqa çêkirina r’êyên xirabda çûye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button