Cîhan

R’êwîyê teyara ku ji Yêrêvanê diçû Moskvaê e’lam kirîye,wekî nava eşîyaên wîda bomb heye

R’êwîkî ku ji Yêrêvanê diçû Moskvaê wextê k’etina teyarê e’lam kirîye,wekî nava eşîyaên wîda bomb heye, lê ewî t’u qewil pêşda nek’işandine.Derheqa wê yekêda e’lamî qulixdrîya bêqezîyabûnê û polîsîyaê kirine. Peyî wê yekêr’a xebatk’arên qulixdarîya bêqezîyabûnê ew meriv başqe kirine û eşîyaên wî lê nihêr’îne, paşê h’emû r’êwî peîya kirine û t’emamîya eşîyaên teyarêda lê nihêr’îne. Wextê lênihêr’andinê t’u tiştên qedexekirî nehatine dîtinê.Ew r’êwî t’eslîmî beşa polîsîyaêye bêqezîabûnê kirine û pêr’a jî lêpirsîn derbaz dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button