Cîhan

H’ukumata Herêma K’urdistanê wê t’evî konvênsîya Organîzeya Net’ewên Yekbûîye mafên mêriv bibe

Dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanê û ya h’ukumata Îraqê wê r’aportên xweye derheqa mafên seqet-sûqetaye li welêt wextê civîna şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye mafên mêriv r’aberkin. Komîtêya mafên seqet-sûqeta wê deh û 11-ê îlonê li Jnêvê civîna xweye 22-a derbazke.Wek’îlên Herêma K’urdistanê wê t’evî civînêbin. Bi gotina koordînatorê h’ukumata herêmêyî propagandayê, Dîndar Zîbar h’ukumata herêmê mînanî berê wê t’evî konvênsîyaên navnet’ewî bibe. “Dêlêgasîya h’ukumata herêmê wê bice’dîne ku h’emû qanûnên anegor, gavên praktîk r’aberke, yên ku bona qulixkirina bo merivên seqet-sûqet hatine pêşdak’işandinê. Serk’arîya dêlêgasîyaê dike Dîndar Zîbar. Li wezîreta xebatên sosîyalî 95916 seqet-sûqet hatine r’êgîstrasîyakirinê, ji k’îjana 54142  meriv mêrin, lê 41774 jinin. Dik’evine nava wana usa jî pêşmerge, yên ku wextê şer’k’arîya dijî cîhadîsta giran birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button