CîhanSereke

Nava encamê şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê ji sê mîlîyard dirama zêdetir nava goveka sosîyalîda hatine xweykirinê

Nava nîveka sala îsaline e’wlinda wezîreta pirsên xebatê û sosîyalî daye dîyarkirinê,wekî alîyê pênsîya û alîk’arîyêda 3,8 mîlîard diram hatine xweykirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Gelo em dikarin bêjin,wekî eva encamê şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinêye? Belê, em dikarin bêjin, Ev mecalên xweykirî wê bona goveka ç’areserkirina sosîyalî, bona berne’mên bi salên dirêj nefînanskirî wê qulixkin”,- serekwezîr nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button