SerekeSîyasî

Wezîrê R’ûsîaêyî k’arên der wê meha tê li K’urdistanê biqeside

Wezîrê R’ûîaêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov wê meha tê li Herêma K’urdistanê biqeside, li k’îderê ewê r’astî nevsên k’urde derecebilind bê. Wextê qisa t’evî “K’urdistan 24”-ê cîgirê wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der Mîxayîl Bogdanov daye dîyarkirinê,wekî Lavrovê wextê seredana li K’urdistanê r’astî serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî, serekwezîr Me’srûr Barzaî û serokê partîya K’urdistanêyî Dêmokratîk Me’sûd Barzanî bê. “P’êwendîyên meye baş t’evî K’urdistanê hene. Lavrovê r’astî lîdêrên k’urd bê, ku  derheqa p’êwendîyên Hewilêrê û Moskvaêye pêşer’ojêda xeberdin”,-ewî gotîye.Wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der pêşda t’u cara li K’urdistanê neqesidîye û evê bibe seredana wîye r’esmîye e’wline li Herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button