H’emû nûçe
Yêrêvanê qayîlîyê nede Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bona endemtîya Adirbêcanê:R’ûbên R’ûbînyan
Ermenîstan dewleta serbixweye û bêyî berjewandîyên Ermenîstanê li Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv nikarin qirara qebûlkin.Derheqa wê yekêda li civîna parlamênta Ermenîstanê derheqa guhastinên li Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv parlamêntvan R’ûbên R’ûbînyan e’lam kir. Ewî da k’ivşê, wekî li Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv dewletên hevalk’ar û welatên dîtindar wê îzinê bidine Ermenîstanê,wekî wextê xebatên t’eşkîldarîyê wan welata t’evkin, t’evbûna k’îjanaye li t’eşkîldarîyê wê ji alîyê Ermenîstanêda baş bê qîmetkirinê: “Adirbêcanê ne wê bibe hevalk’ar, ne jî çawa dîtindar, çimkî Ermenîstanê wê konsêsûsê r’azî neke”,-R’ûbînyan da k’ifşê.