Cîhan

Birayê serokê Ermenîstanêyî dudar’a gunehk’arkirin hatiye pêşdak’işandinê

Li komîtêya sereke, ya Ermenîstanêye lêpirsînê, girêdayî şuxulk’arîya hazirkirina bernama “Sivdera Bakûr-Başûr”-r’a, îş hatiye vekirinê.Hatiye r’agîhandinê, wekî nava doranên wî îşîda înformasîya hatine destanînê ku çi cûr’eyî ew hevaltîyên ku xebitîne hatine bijartinê.Hatîye zelalkirinê, wekî Lyova Sargsyan nava pirsên bijartina hevaltîyada, yên ku t’evî bernama 250 mîlîyon dolara bûne, h’ukumê xwe daye xebatê û bi qayîlya t’evî wan hevaltîya, piştgirî daye wana ku ew t’evî wê progamê bibin û dewsa wê yekê ji serk’arê hevaltîkê 50 selefê wan p’era xwestîye.Stendina wan p’era bi r’îya şûştina p’era hatiye mîyaserkirinê. Li ser h’îmê şe’detîya, hatîye qirarkirinê ku bona Lyova Sargsyan gunehk’arkirinê pêşda bik’şînin û wî bigirin. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button