
Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan dêlêgasîya bi serk’arîya dewsgirtîya cîgirê к’аtibê ŞAY-ye p’arastinê Lora K’ûp’êrê qebûl kirîye.Zohrab Mnasakanyan daye k’ifşê, wekî k’ûrkirina qewînkirina hevk’arîyên dostîyê t’evî ŞAY hebûye û heye nava cêrgên sîyasîya Ermenîstanêye derda.Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der û cîgira ŞAY-ye k’arên der, berdewamkirina hevk’arîyên Ermenîstan-ŞAY û nava dorana berne’ma NATO-ye “Hevk’arî ji bo aşîtîyê” bilind qîmet kirine. Wezîr Mnasakanyan sîayîa Ermenîstsanêye der û bi r’îya e’dil safîkirina pirsa Qerebag’a Ç’îya û nêzîkbûna Ermenîstanê r’aber kirîye.