H’emû nûçe

Lêk’olîna ermenîzanîyêye girîng bi zimanê farisî

Li T’êhranê bi zimanê farisî xebata parlamêntvanê Îranêyî ermenî Karên Xanlaryane bi sernavê “Gêvografîya Ermenîstanê anegorî kanîyên îslamî” çap bûye. Zûtirekê wê ew xebat bi zimanê ermenî jî bê çapkirinê. Nava r’ûp’elên dîroka Ermenîstanêda gelek şe’detîyên şer’a, qet’ilkirina û dagirkirina hene. Çawa encamê vî h’emû tiştî, p’ir’anîya têrîtorîyaên Ermenîstanê ji alîyê T’irk’’îyaê û Adirbêcanêda hatine dagirkirinê. Bona  înk’arkirina vî h’emû tiştî  şuxulk’arên wan welataye dewletê û sîyasî xebatên xweye fe’ş pêşda dik’işînin, ku dîrokê bidine fe’şkirinê. Meremê vê xebatê jî ewe, ku nava 11OO-salada li ber merivatîyê bidine k’ifşê,wekî ew kanîyên fe’ş ne anegorî r’astîyêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button