Çand

Li Yêrêvanê fîlma e’wline derheqa p’adişatîya Kîlîkîyaêda hatîye nîşandayînê

Fîlma bi sernavê “Kîlîkîya: welatê şêra” derheqa qewatbûna p’adişatîya Kîlîkîyaêda gilî dike. Ew li Yêrêvanê hatîye nîşandayînê û wextê prêmîyêra wê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr hazir bûye.Înîsîyatîva hazirkirina vê fîlmê bi piştgirîya xêrkirê ermenîyî ji Libnanê Harût’ Xaçatryan hatîye mîyaserkirinê.Şikilk’işandin li Ermenîstanê derbaz bûne. Pêşîya Yêrêvanê fîlm li p’ayt’extê Libnanê-Bêyrût’ê hatîye nîşandayînê.Wextê nîşandayînê û gotûbêjkirina endamên h’ukumata Libnanê, parlamêntvan, wek’îlên olk’a ermenî, r’ewşanbîr û şuxulk’arên kûltûrayê hazir bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button