Cîhan
Nîkol P’aşînyan dokûmênta derheqa derk’etina serokê qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê îmze kirîye

Nîkol P’aşînyan dokûmênta derheqa derk’etina serokê qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê Art’ûr Vanêsyan îmze kirîye. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyan wextê prêss-konfêransê gotîye. “ Min ew dokûmênt îmze kirîye û nava r’ojekê yan dudada ewê bê qebûlkirinê. Nava encamên çend gotûbêjkirinada, bi qayîlîya Art’ûr Vanêsyan, ew yek qewimîye”,- P’aşînyan gotîye. Serekwezîr gotîye,wekî niha serokê fêradasîona fûtîbola Ermenîstsanê Art’ûr Vanêsyan wê li ser pirsên fûtbolê bixebite. Art’ûr Vanêsyan dehê gulana sala 2O18-a çawa serokê qulixdarîya bêqezîyabûna miletîê hatibû k’ivfşkirinê.







