Frak’sîya parlamênta Ermenîstanêye “Gava min” qirar kirîye, şuxulk’arîya bona sekinandina borcdarîyên endamê meh’kema Konstîtûsîon Hrayr T’ovmasyan destpêkin. Derheqa wê yekêda serk’ara frak’sîyaê Lîlît’ Makûnsê gotîye r’ojne’mevana.Hatîye dîyarkirinê,wekî şuxulk’arî we’dê serokê konstîtsîyaêva girêdayî nîne. “H’îmekî bona wê şuxulk’arîyê ewe, ku qeyde-qanûn hatîye t’er’ibandinê. Pirsa duda jî ewe, ku Hrayr T’ovmasyan t’evî wek’îlekî R’obêrt K’oçaryan nava p’êwendîyadane û ew yek dikare obyêktîvîya şuxulk’arîyê bike bin şikberîyê. Gilî derheqa Aram Orbêlyandane”,- endamê frak’sîya “Gava min” Vladîmîr Vardanyan gotîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45