H’emû nûçe

Zankoya Moskvaêye zimana wê îsal p’êşekzanên zimanê k’urdîye e’wlin ver’êke

Li zankoya Moskvaêye dewletêye zimana sala xwendinêye nû destpê bûye.Zimanê k’urdî jî ji wan zimanaye, yên ku li zankoyê hîn dibin.Xwendik’arên ku zimanê k’urdî dixwînin wê îsal xwendina xwe ser hevda bînin.Ji wan xwendik’ara gelek dixwezin dereca magîstrîyê, yan jî doktorê ulmaye zimanê k’urdî bistînin. Em bêjin dersxana k’urdî sala 2O16-a bi înîsîyatîva dîrokzan Vadîm Makarnko hatîye vekirinê. Merem ewe, ku kadira hazirkin, yên ku wê bikaribin li îdarên bîyanî yan jî dewletêye mayînda bixebitin. “Ez gumanim,wekî k’oma xwendik’arên me wê xwendina xwe ne t’enê li îdarên R’ûsîyaêye xwendinê berdewamkin, lê ewê usa jî li zankoyên welatên başqe bixwînin, li k’îderê pirsa k’urd tê lêk’olînkirinê”,-Vadîm Makarênko gotîye. Seroketîya zankoya Moskvayê usa jî guhdarîyê dide li ser p’êwendîyên t’evî zankoyên K’urdistanê û h’esab dike,wekî ev yek wê qulixî p’êwendîyên R’ûsîyaê û K’urdistana Başûr bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button