H’emû nûçe

Parlamêntvanên Avropayê k’oma dostîyê t’evî k’urda saz dike, ku Dêmîrt’aş bona r’ewakirinê pêşda bik’işîne

Edamên Avroparlamêntêye ji koalîsîona aza, ji koalîsîona ç’epa û usa jî yektîya sosîyalîsta û dêmokrata e’lam kirine,wekî ewê k’oma k’urdîye dostîyê sazkin. R’asthatin girêdayî bûye derxistina serokbajar’ên Dîyarbek’irê, Wanê û Mêrdînêr’a. H’emsedirê partîya Dêmokrasîya Gela Sêzayî T’emelî wextê r’asthatinê hazir bûye.H’etanî niha bi h’ezara endamên partîya Dêmokrasîya Gela hela hê h’ebsên T’irk’îyaêdanin. Wana nava propaganda têr’orîzmêda gunek’ar dikin. R’ûê wê yekêda gelek îşên meh’kemê li meh’kema T’irk’îyaêye mafê mêriv hatine r’aberkirinê.K’oma parlaêntvana dixweze r’ewa ser navê Saxarov bona Dêmîrt’aş pêşda bik’işîne. Ew r’ewa cara e’wlin Nêlson Mandêla sala 1988-a stendîye. Leyla Zane jî jina k’urde ewline , ew r’ewa sala 1995-a stendîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button