Cîhan

Hevk’arîya Yektîya Avropayê û Ermenîstanêye dualî bi h’emû alîyava bi dînamîkî pêşda diçe:cîgirê serekwezîr

Hevk’arîya Yektîya Avropayê û Ermenîstanêye dualî bi h’emû alîyava bi dînamîkî pêşda diçe. Derheqa wê yekêda wextê r’asthatina t’evî dêlêgasîya bi serk’arîya cîgira serokê pirsên Cînartîyê, ya komîsîya Avropayê Katarîna Matêrnovayê, cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan gotîye.Ewî açixîyên destanî r’aber kirine û gotîye,wekî nava doranên berne’ma sala 2O19-da proêktên nû hatine hazirkirinê, lê bona sala 2O2O-î îdî alîyên hevk’arîyê hatine dîyarkirinê. Cîgirê serekwezîr şuxulk’arîya hazirkirina stratêgîyaên we’dekurt û we’dedirêj r’aber kirine. Katarîna Matêrnovayê  derheqa hazirîya aktîvkirina piştgirîya hindava werguhstinên Ermenîstanê îzbat kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button