Cîhan
Li Ermenîstanê nava dorana t’e’lîmên leşkerîda h’alê leşkerî hatîye e’lamkirinê:t’e’lîmên berfire destpê bûne

Nava doranên t’e’lîmên leşkerîda h’alê leşkerî hatîye e’lamkirinê. Derheqa wê yekêda 24-ê îlonê, wextê prêss-konfêransê, Samvêl Asatryanê wek’îlê ştaba sereke gotîye.T’e’lîm girêdayîne wê yekêr’a,wekî bi qewilên pêşdak’işandî t’e’lîmên leşkerîye berfire destpê bûne û qewil hatîye pêşdak’işandinê, ku dijmin agrêsîya destpê kirîye û h’etanî organên dewletê û xweserk’arîkirinê jî t’evî wê yekê dibin. Meremê van t’e’lîma ewe, ku bi praktîkî planên qewatên sîlih’kirî nava h’alê wî cûr’eyîda kontrolkin.T’e’lîmên leşkerî wê h’etanî pêncê cotmehê berdewambin.