H’emû nûçeSereke

Wextê r’asthatina t’evî Êlmar Mamêdyarov, Zohrab Mnasakanyan nêzîkbûnên Ermenîstanêye prînsîpyal îzbat kirine

Bi t’evbûna h’emsedirên k’oma Mînskê û wek’îlê sedirê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîk li Nyû York’ê r’asthatina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye k’arên der Zohrab Mnasakanyan  Êlmar Mamêdyarov derbaz bûye.T’evbûên r’asthatinê dorana pirsên girêdayî pirsgirêka Qerebag’êr’a û h’alê niha gotûbêj kirine.Alîyê ermenî ce’dandinên bona kêmbûna h’alê sert û qewînbûna agirbestê girîng h’esab kirîye.Derheqa pêwîstîya avîtina gavên bona sazbûna atmosifêra ît’barîyê jî hatîye dîyarkirinê. Alîyê ermenî girêdayî wan welatîyên Ermenîstanêr’a, yên ku li Adirbêcanêne, daye dîyarkirinê, ku pêwîste wana paşda veger’înin.Alîya usa jî derheqa gavên pêşer’ojêda xeberdane, nava wanda derheqa seredana h’emsediraye li r’êgîonê û derbazkirina r’asthatina bi dereca wezîraye bi sirêda xeberdan çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button