H’emû nûçeSereke

Emê îdî qezîya k’omkujîya bona ermenîya qebûl nekin, bi t’aybetî li Qerebag’ê: N. P’aşînyan

De’w û doza Qerebag’êye h’iznekirî bona miletê me pirsgirêke û bona t’emamîya r’êgîonê, bona pêşdaçûyînê dijwarîye. Li zankoya Nyû York’êye Kolûmbîyaê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. Bi r’aberkirina me’nîyên pêşdahatina de’w û doza Qerebag’ê, Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê:“Mecala cime’ta Qerebag’ê gerekê hebe, ku mafê xwe li ser xwe t’exmînke û yazîya xwe usa qirarke, çawa welatîyên li Ermenîstanê, yan jî miletekî dinîyaêye mayîn. H’etanî niha seroketîya Adirbêcanê t’u borcdarî hilnedane ser xwe, ku h’elkirina pirsgirêkê bibîne. Dewsa wê yekê em gefxwerinên derheqa şêr’da dibihên. Adirbêcan usa jî naxweze dîyalogê t’evî cime’ta Qerebag’ê û wek’îlên wê derbazke. Nava qewilên wî cûr’eyîda gerekê bona Adirbêcanê tiştekî nişkêva nîbe,wekî cime’a Qerebag’ê nava pirsa bêqezîyabûnêda Ermenîstan çawa gar’anta pêşdaçûyîn û jîyana wêye.Em gerekê zelal bêjin,wekî emê t’u gefxwerinên k’omkujîya bona ermenîya qebûl nekin, bi t’aybetî li Qerebag’a Ç’îya”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button