SerekeSîyasî

Serekwezîr Barzanî li Hewilêrê dêlêgasîya wezîreta ŞAY-ye fînansa qebûl kirîye

Serekwezîr Barzanî li Hewilêrê dêlêgasîya wezîreta ŞAY-ye fînansa, bi serk’arîya  serokê beşa şer’k’arîya dijî têr’orîzma fînansî, Marşal Bîlîngslî qebûl kirîye. Bîlîngslî girêdayî pêşk’eftina K’urdistanêr’a r’azîbûna xwe daye dîyarkirinê û gotîye,wekî welatê wî hazire piştgirîya hindava Hewilêrêda bide zêdekirinê, bi t’aybetî bona berfirebûna sîstêma bankaye li Herêma K’urdistanê.Ewî usa jî r’êformên wezîreta pêşmerga silav kirîye. Barzanîyê serekwezîr derheqa r’ojeva kabînêta xweye wezîrada r’aber kirîye û daye dîyarkirinê,wekî kabînêta wezîraye nû dixweze êkonomîka ji neftê cuda sazke.Derheqa heleqetîyên Hewilêrê û Beg’dayêda serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî dîyalog berdewam dibe, bi wê gumanê ku pirsgirêk bêne h’elkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button