H’emû nûçe

Spîkêra parlamênta K’urdistanê:mafê mileta bona xweqirarbûnê heye

H’etanî r’êfêrêndûma sala 2O17-ye bona serbestîyê û piştî r’êfêrêndûmê me li K’urdistanê h’esab kirîye,wekî mafê h’emû mileta heye, ku yazîya xwe qirarke. Derheqa wê yekêda  spîkêra parlamênta K’urdistanê R’êvaz Fayîkê e’lam kirîye. Ewê derheqa wê yekêda wextê civîna p’êşk’êşî salveger’a r’êfêrêndûmê gotîye. R’êvaz Fayîkê daye zelalkirinê,wekî miletên li K’urdistanê bona hevfe’mkirina alîyên mayîn berbi dîyaloga aşîtîyê dice’dîne.Ewê daye dîyarkirinê,wekî Herêma K’urdistanê dixweze t’evî Beg’dayê  dîyalogê berdewamke, bona ku pirsgirêkên di navbera alîyada bêne h’elkirinê.Em bêjin,wekî 25-ê îlona sala 2O17-a binelîyên K’urdistanê û yên neh’îyên hevr’aqayîlnekirî t’evî r’êfêrêndûmê bûn,wextê k’îjanê 92,73 selefê denga bona serbestîyê hatine dayînê. Pêşîya r’exnekirina r’êfêrêndûmê  h’ukumata Îraqê êrîş bire li ser qewatê k’urdaye li K’irkûkê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button