H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê wê civîna Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî destpêbe: serokên h’evt welata wê bêne Yêrêvanê

Yekê cotmehê li Ermenîstnê wê civîna Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî destpêbe. Serokên h’evt welata, nava wanda çar endamên yektîyê, serokê Moldovayê û usa jî serekewezîrê Sîngapûrê û serokê Îranê wê bên Yêrêvanê. “Îranê van axirîya daye dîyarkirinê,wekî şuxulk’arîya îzbatkirina li hundur’ê welêt ser hevda anîye û qayîlnivîsara t’evî Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî îmzekirî wê ji 27-ê cotmehê qewatê bistîne. Ew bona me gelekî girînge, çimkî Ermenîstan welatê yektîyêyî t’ek-t’enêye,  sînorê k’îjanêyî li ser e’rdê t’evî Îranê heye.T’evî Sîngapûrê jî derheqa k’ir’în- frotanêda qayîlnivîsarê bê îmzekirinê”,-cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Şavarş K’oçaryan gotîye.Cîgirê wezîr usa jî derheqa pêrspêktîva Adirbêcanêda, ya çawa dîtindara yektîyê, xeberdaye. Bi gotina Şavarş K’oçaryan Adirbêcan nikare wê statûsêda bifikire, çimkî nava qanûndarîya yektîyêda hatîye dîyarkirinê,wekî t’u welatekî dîtindar nikare gava biavêje, yê ku zyanê dighîne welatekî yektîyêyî mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button