CîhanSereke

Ermenîstan û Sîngapûr wê hevk’arîyê bidine berfirekirinê:serekwezîrê Sîngapûrê li Ermenîstanêye

Dêlêgasîya h’ukumata Sîngapûrê bi serk’arîya serekwezîrê Sîngapûrê Lî Syên Lûn bi seredana r’esmî li Ermenîstanêye.Dawîya hevr’axeberadanên dualî prêss-konfêransa serekwezîrên herdu welata derbaz bûye.Derheqa wê yekêda ji admînîstrasîya serekwezîrê Ermenîstanê r’agîhandine. Serekwezîrê Ermenîstanêye daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan û Sîngapûr bi t’omerî hildayî mînanî hevin. “Welatên me bi r’êsûrsên t’ebyetîva dewlemend nînin û stratêgîya pêşdaçûyîna xwe li ser xebitandina kapîtala merivatîyêye k’ardar çê dikin. P’erwerde, zanebûn û nûbûn, xebath’izî û optîmîzm qewata pêşdaçûyîna mene”,-Nîkol P’aşînyan gotîye û  serda zêde kirîye,wekî wextê hevr’axeberdana usa jî derheqa berfirebûna hevk’arîya nava doranên navnet’ewîda xeberdan çûye. Serekwezîrê Sîngapûrê gotîye,wekî t’evî hevalk’arê xweyî ermenî mecalên p’êwendîyên dualî  gotûbêj kirine. “Me qayîlnivîsara derheqa k’ir’în-frotana di navbera Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî û Sîngapûrêda xeberdaye û  em gihîştine wê yekê, ku wê qayîlnivîsarê îmzekin. Ermenîstan bona Sîngapûrê nava Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkîda hevalk’ara girînge”,-Lî Syên Lûn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button