AborîSereke

Berfirebûna êkonomîkayê pirseke h’ukumata K’urdistanêye serekeye: serekwezîr Barzanî

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî gotîye,wekî pirsa êkonomîka p’ir’cûr’eye berfire û cîwarkirina gelek învêstîsîyaên bîyanî ya kabînêta wezîraye serekeye.Bi xeberdana wextê vekirina p’êşengeha li Hewilêrê, Barzanîyê serekwezîr bîr anîye, wekî êkonomîka dîvêrsîfîkasîyakirî, ya ku wê neftêva girêdayî nîbe, dîsa dimîne çawa pirsa kabînêtêye sereke.Ewî guman e’lam kirîye,wekî p’êşengnehê bîznêsa welêt û ya ji welêt der bighîne hev û wî cûr’eyî gelek învêstîsîya dikarin bên K’urdistanê. P’êşengeha ku li Hewilêrê derbaz bûye bona hevaltîyên li welêt û navnet’ewîye bona ku eşîya û qulixdarîyen xwe bidine k’ifşê.P’êşengehê çar r’oja bik’işîne, t’evî k’îjanê dibin ji 3OO-î zêdetir hevaltîyên ji 24 welata.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button