H’emû nûçeSereke

H’ukumata Ermenîstanê h’ewask’are ku p’êwendîyên t’evî Qazaxstanê pêş bik’evin: N. P’aşînyan

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’astî serokê Qazaxstanê Qasim Comert Tokayêv hatîye.Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê,wekî h’ukumata Ermenîstanê h’ewask’are ku p’êwendîyên t’evî Qazaxstanêye k’irîn- frotanê pêş bik’evin û bona wê yekê potênsîyala mezin heye, bo çi jî gavên anegor gerekê bêne avîtinê. Pirsên derheqa mecalên hevk’arîya nava malhebûna gundîtîyê, têxnologîyada hatine gotûbêjkirinê.Alîya bona deranîn û anîna eşîyada, derheqa sîstêmên transporteda xeberdane.T’evbûên r’asthatinê usa jî hevk’arîya nava doranên t’eşkîletên navnet’ewîda, nava wanda usa jî Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkî, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, Organîzeya Net’ewên Yekbûyî û yên mayînda girîng h’esab kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button