H’emû nûçeSereke

Mecalên pêşk’eftina hevk’arîya Ermenîstanê û Moldovaêye nava govekên cuda-cudada hatine gotûbêjkirinê

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’astî serokê Moldovayê Îgor Dodon hatîye, yê ku hatîye Ermenîstanê bo ku t’evî civîna Şêwira Yektîya Avrasîaêye Êkonomîkî bibe.Nîkol P’aşînyan û Îgor Dodon mecalên pêşxistina hevk’arîya Ermenîstanê û Moldovaêye nava govekên cuda-cudada gotûbêj kirine. Fikir dora h’elkirina pirsgirêkên de’w û dozada hatine p’evguhar’tinê.Xeberdan usa jî  derheqa de’w û doza Qerebag’ê û h’alê li R’exdnêstrê çûye. Alîya usa jî derheqa qewînbûn, bêqezîyabûn û pêşdaçûyîna r’êgîonêda dane dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button