H’emû nûçeSereke

P’aşînyan û R’ohanî r’ojeva pirsên hevk’arîya ermenîya-îranîya gotûbêj kirine

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan r’astî serokê K’omara Îranêye Îslamî H’esen R’ohanî hatîye, yê ku bi meremê t’evî  civîna Şêwira Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkî bibe, bi  seredan li Ermenîstanêye.Çawa ku ji h’ukumata Ermenîstanê r’agîhandine, Nîkol P’aşînyan daye k’ifşê, wekî hevk’arîyên di navbera herdu welatada baş bûne û wê berdewambin û t’abîya alîyê ermenîya ewe, wekî hevk’arîyên t’evî Îranê gerekê ji h’ukumê gêopolîtîkî der bimîne.H’esen R’ohanî daye k’ifşê: “Em h’emû warada pêşdabirina hevk’arîyên xwe t’evî Ermenîstanê girîng h’esab dikin, çawa heval û cînar.Em hazirin t’evî h’ukumata we xebatê berdewamkin, berne’mên nû mîyaserkin,  berne’mên gaz dewsa êlêktraênêrgîyaê berfirekin.Em hazirin berne’mên bi gazê, bayê  û bi te’vê deranîna ênêrgîya êlêktrîkî r’azîkin.Serekwezîr Nîkol P’aşînyan hazirîya alîyê îranîya silav kirîye bo  berfirekirina berne’ma gaz dewsa êlêktraênêrgîyae.Alî usa jî  derbazî  li ser pirsa  hevk’arîyên di warên r’îya h’esinî, têxnologîyaên bilind, zanistî, tûrîzmê bûne.Misile’tçîya fikir p’evguhar’tine  dora pirsên r’êyên tranzît, usa jî derbazî li ser ç’arserkirina pirsgirêka Qerebag’ê bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button