CîhanSereke

Nîkol P’aşînyan û Vladîmîr Pûtîn dorana pirsên derheqa heleqetîyên ermenîya-r’ûsa gotûbêj kirine

Piştî civîna Şêwira Avrasîyaêye T’ewrebilind Nîkol P’aşînyan r’astî serokê Fêdêrasîya R’ûsîyaê Vladîmîr Pûtîn hatîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî Nîkol P’aşînyan gotîye: “Bona me heleqetîyên dualî gelekî girîngin.R’ûsîya bona me hevalk’ara stratêgîye û  gumana me heye, ku emê ewê hevk’arîya stratêgî diha qewînkin”.Vladîmîr Pûtîn derheqa heleqetîyên stratêgîda îzbat kirîye û gotîye,wekî ew ne t’enê bi qewimandinên wan salên dawî, lê bi dîroka heleqetîyên herdu cime’taye bi qur’na qewînbûyîne. Serekwezîrê Ermenîstanê û serokê R’ûsîyaê dorana pirsên bona herdu alîya h’ewask’ar gotûbêj kirine.T’evbûên r’asthatinê usa jî derheqa hevk’arîya dualîye êkonomîkî, hevk’arîya leşkerî-sîyasîda xeberdane û pirsên r’êgîonê gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button