H’emû nûçe

Qayîlnivîsara di navbera Ermenîstanê û Sîngapûrêda wê nava doranên bîznêsêda pêrspêktîvên nû veke:Avînyan

Qayîlnivîsarên di navbera Yektîya Avrasîyaê û Sîngapûrêda, usa jî di navbera Ermenîstanê û Sîngapûrêda wê qewatê bidine zivir’a  k’ir’în- frotanê û wê nava doranên bîznêsêda pêrspêktîvên nû vekin. Wextê r’asthatina t’evî wezîrê Sîngapûrê T’arman Şanmûgaratnam, cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan derheqa wê yekêda gotîye. Bi h’esabhildana cêr’ibandina Sîngapûrêye pêşk’eftî, alîya prêspêktîvên werguhastinên serk’arîkirina civakî û hevk’arîya nava govekên mayînda gotûbêj kirine. Başqe xeberdan derheqa pirsên hevk’arîya nava têxnologîyaên bilindda çûye. Alîyê Sîngapûrê pêşnîyar kirîye, ku dêlêgasîya ermenî bişînine fêstîvala Sîngapûrêye meha mijdarê, ya ku t’eşkîldarîke wê govekêye mezine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button