CivakSereke

Qayîlnivîsara Îranê-Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî bona bîznêsa Îranê û Ermenîstanê mecalên nû vedike

Qayîlnivîsara Îranê-Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî bona bîznêsa Îranê û Ermenîstanê mecalên nû vedike. Derheqa wê yekêda piştî civîna Şêwira Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî, wextê prêss-konfêransê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Bi t’omerî hildayî em wê pirsê ne t’enê nava heleqetîyên Îranê û Ermenîstanêda, lê usa jî nava h’emtêk’sta  heleqetîyên Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkî û Îranêda dibînin. Him Îran, him jî Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî sûkên mezinin û li vir gelek mecal hene, k’îjana gerekê bidine xebatê.Em gumanin,wekî piştî wê yekê emê bikaribin bîznêsa xwe pêşda bibin bona ku ew bikaribin diha bi aktîvî wan mecala bidine xebatê.Usa jî gumana me heye, ku em potnsîyala Ermenîstanêye tranzît bidine pêşxistinê.Em gelek berne’mên girîng mîyaser dikin û ez gumanim,wekî nava encamê vê yekêda heleqetîyên Îranê û Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî wê aktîvbin û nava wê h’emtêk’stêda usa jî heleqetîyên Îranê û Ermenîstanêye k’ir’în- frotanê wê pêşda her’in”,-Nîkol P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button