H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dixweze t’evî Îranê hevk’arîya ênêrgêtîkî mezinke: serekwezîrê Ermenîstanê

Ermenîstan dixweze hevk’arîya ênêrgêtîkîye t’evî Îranê usa mezinke, wekî ew yek h’ukumî li ser pêşdaçûyîna heleqetîyên mayîn neke. Derheqa wê yekêda li parlamêntê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Em zanin, ku dora Îranê h’al çi cûr’eîye, em zanin,wekî em dixwezin hevk’arîya ênêrgêtîkîye t’evî Îranê bidine mezinkirinê û wê yekê usa bikin,ku ew yek h’ukumî li ser heleqetîyên başqe neke”,-P’aşînyan gotîye. Bi gotina wî gelek nazikayên vê pirsê hene, li ser k’îjana gerekê bixebitin û alî dixwezin h’elkirinên r’ast bibînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button