Aborî
Îsal li Ermenîstanê zêdaya êkonomîkî dikare ji h’evt selefa zêdetirbe:wezîrê êkonomîkayê
Sala 2O19-da zêdaya êkonomîkîye li Ermenîstanê dikare ji h’evt selefa zêdetirbe. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Tîgran Xaçatryan gotîye. Bi gotina wî h’ukumata Ermenîstanê bang kirîye, ku berbi zêdaya êkonomîkî bice’dînin û sîyasîya bona wê yekê ç’areserkin. Tîgran Xaçatryan gotîye,wekî çawa qewilê pêşdaçûyîna êkonomîkî, dereca învêstîsîone anegor lazime bê sazkirinê. Bi gotina wî r’oja îroyîn nava govekên ênêrgêtîkayê, avayîçêkirinê, şeravçêkirinê, zêr’kerîyêda învêstîsîyaên mayîne mezin tên kirinê.