
Koalîsîona navnet’ewîye bi serk’arîya ŞAY e’lam kirîye,wekî mafê eskerê wê heye, ku wextê protêstokirinên li Beg’daêye berfire xwe bip’arêze, çimkî ew îdî dibine yên zordarîyê. Derheqa wê yekêda nava e’lametîya k’atibê koalîsîonêyî prêssyaêda hatîye gotinê. “Koalîsîon bi t’eglîfkirina h’ukumata Îraqê li vire û mîsîya meye niha ewe, ku em k’omên DAÎŞ-ye têr’orîstîye mayî bidine t’unekirinê û bêqezîyabûna r’êgîonêye we’dedirêj ç’areserkin”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî lêpirsîna qewimandina li zona Beg’daêye k’esk, li k’îderê wek’îltîyên dîplomatîyêne û ew cî dane ber r’akêta, destpê bûye. “T’u avayîkî koalîsîonê zyanê nek’etîye”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.







