H’emû nûçeSerekeSîyasî
Me’srûr Barzanîyê serekwezîrê û baylozê Kanadayê pirsên hevk’arîya six gotûbêj kirine
Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî r’oja pêncşemê li Hewilêrê dêlêgasîya Kanadaêye bi serk’arîya Pol Hîbardê bayloz qebûl kirîye. Wextê r’asthatinê qewimandinên li K’urdistanêye dawî, yên li Îraqê û li herêmê bi t’omerî hildayî hatine gotûbêjkirinê. Barzanîyê serekwezîr piştgirîya Kanadaêye bona cêrge pirsa silav kirîye. Xeberdan usa jî derheqa pêşk’eftina heleqetîyên di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda, usa jî piştgirîya Herêma K’urdistanêye hindava mihacirên Sûrîyaêye li K’urdistanê çûye.