Cîhan
Em t’evî “You Tube”-ê hevraxebexrdana derbaz dikin, ku li Ermenîstanê lokalîzasîya hebe:Tîgran Avînyan
Ermenîstanê destpê kirîye bona lokalîzasîyaê hevr’axeberdana t’evî “You Tube”-ê derbazke. Derheqa wê yekêda wextê press-konfêransa nava dorana civîna h’emdinîaêye têk’nolocîda, cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan gotîye. “Ew berne’mên me hene.Wezîreta têk’nolocîyaên bilind dora wê t’êmayê t’evî “You Tube”-ê hevr’axeberdana derbaz dike û ne t’enê t’evî “You Tube”-ê, lê t’evî hevaltîyên mezine, ku progiramava mijûl dibin”,-Tîgran Avînyan gotîye.