SerekeSîyasî

K’atibê prêssyaê, yê hêzên Sûrîya Dêmokratîk:Heger T’irk’îya êrîşke, emê caba wê bidin

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk soz dane, ku heger T’irk’îya êrîşke, ewê caba t’irka bidin, çimkî serokê T’irk’îyaê Êrdog’an e’lam kirîye,wekî Enqerê îdî hazirîyên xweye bona opêrasîona li Sûrîyaê ser hevda anîye.R’oja şemîyê Êrdog’an e’lam kirîye,wekî T’irk’îyaê opêrasîona hewê û ya li ser e’rdê wê yan pênc, yan jî şeşê cotmehê destpêke.Piştî wê e’lametîyê çend seh’et derbaz bibûn, wextê ku hêzên Sûrîya Dêmokratîk caba wê e’lametîyê dan. Derheqa wê yekêda wek’îlê hêzên Sûrîyaê Mistefa Balî T’wîttêrêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button