Cîhan

Mecalên Ermenîstanê hene, ku ew bibe merk’eza goveka têk’nolocî: Nîkol P’aşînyan

H’emû mecalên Ermenîstanê hene, ku nava goveka têk’nolocîda ew bibe merk’eza goveka têknolocîye girîng. Derheqa wê yekêda wextê h’emcivîna wê govekêye li Yêrêvanê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. Nîkol P’aşînyan serda zêde kirîye,wekî piştî şorişa  e’dile li Ermenîstanê, Ermenîstan niha nava şorişa êkonomîkîdane.P’aşînyanê serekwezîr daye dîyakirinê,wekî li Ermenîstanê zêdaya êkonomîkî heye û ew yek gumanê dide bêjin, wekî şorişa  êkonomîkî sirîya xweda wê şorişa têk’nolocî bîne. Serekwezîr gotîye,wekî ev merem dikare mîyaserbe, çimkî gelek lawên cime’ta ermenî xudanên fikirên têk’nolocîye nûne.Ewî navê çend meriva dane, nava wanda usa jî xudanê teyarên MÎG Artyom Mîkoyan, xudanê maskêd dijî gazê, yê nava leşkerên amêrîkîda, Art’ûr Blbûlyan û gelekên mayîn

Zêdetir nîşan bide
Back to top button