Cîhan

Wezîrên Yêvt’opîyaê, Malayzîyaê û welatên mayîn li “DîcîT’êk”-ê nasîya xwe dane eşîyaên ermenîye têxnologîyaên înformasîon

Serk’arên dêlêgasîyaên ku hatine Ermenîstanê bi r’êberîya cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî senaya têxnolgîyaên bilind Gêg’am Vardanyan li “DîcîT’êk-êk’spo”-ê qesidîne. Li wir eşîyaên hevaltîyên ermenî r’aberî wan kirine. Srk’arên  laboratorîyaên  înjênêrîyê “Armat’” -ê  Karên Vardanyan û wezîrê Yêvt’opîyaêyî têxnologîyaên înformasîon Sîsaî Tolan dokûmênt îmze kirine. Anegorî wê dokûmêntê li Yêvt’opîyaê gerekê 51 laboratorîyaên “Armat’ê’”-ye  înjênêrîyê  bêne sazkirinê.Wezîrê Malayzîyaêyî wê govekê Zayîrîl Cohar daye dîyarkirinê,wekî ew yek girînge, ku nava vê govekêda cêr’ibandina p’ev biguhêr’in.Ewî derheqa merk’eza “T’ûmoê”-da xeberdaye û gotîye,wekî ewê jî bixwezin ku li Malayzîyaê merk’ezeke wî cûr’eyî çêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button