SerekeSîyasî

K’ilînton:Qirara T’ramp’ xayîntîya qebûlnekirinêye him hindva k’urda, him jî sondxwerina wîda

K’atiba ŞAY-ye dewletêye berê Hîlarî K’lîntonê r’oja duşemê e’lam kirîye,wekî qirara T’rampê serok, ya derheqa derxistina leşkerên amêrîkîye ji bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê hindava t’ifaqdarada xayîntîya qebûlnekirinêye.“Werin em bidine zelalkirinê, serok li pişta lîdêrên T’irk’îya û R’ûsîya avtorîtar sekinî, dijî t’ifaqdarên me û h’ewask’arîyên amêrîkî derk’et”,-K’ilîntonê T’wîttêra xweda nivîsîye. “Qirara wî xayîntîya qebûlnekirinêye him dijî k’urda û him jî dijî sondxwerina wî”,-ewê nivîsîye. T’rampê serok ji du alîyada hatîye r’exnekirinê. Baylozê ŞAY-yî berêyî li Organîzeya Net’ewên Yekbûyî gotîye,wekî ev gava ŞAY dikare şer’k’arên k’urd bide t’unekirinê, yên ku nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê r’ola mezin lîstine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button