Cîhan

R’ûstam Badasyan t’evî t’eşkîletên donor werguhastinên goveka e’daletê gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan r’astî wek’îl û serk’arên sîstêmên navnet’ewîye ku li Ermenîstanê dişuxulin, hatîye û mecalên werguhastinên nava goveka e’daletêda gotûbêj kirine. Ji wezîreta Ermenîstanêye e’daletê r’agîhandine, wekî cêrge proêktên stratêgîya wê govekê hatine r’aberkirinê. Ew derheqa werguhastinên govekên dijî r’uşetxwerinê, meh’kemê, p’arastina mafê mêrivda bûne. Çi ku derheqa werguhastinên nava stratêgîya meh’kemê-h’iqûqîdane, R’ûstam Badasyan gotîye,wekî ew yek ne t’enê bilindkirina sîstêma meh’kemêva girêdaîye, lê usa jî werguhastinên organên h’akimatîyê û lêpirsînêva girêdayîne. Wek’îlên t’eşkîletên navet’ewî hazirîya xwe e’lam kirine, ku nava pirsa werguhstinada piştgirîyê bidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button