
ŞAY esekrê xweyî li Sûrîyaê dernaxe, lê qulixçîyên xweye leşkerî cîguhastî dike. Derheqa wê yekêda wek’îlê admînîstrasîya amêrîkî gotîye. Bi gotina wî gilî derheqa cîguhastina 5O-î leşkerên amêrîkîdane, ya ku nava Sûrîyaêda tê mîyaserkirinê. Ewî gotîye,wekî ev qirar nade k’ifşê,wekî ŞAY eskerê xwe ji wir derdixe. Pêşda Donald T’rampê serok opêrasîona T’irk’îyaêye li bakûrê Sûrîyaê şirovekirîye û gotîye,wekî li ser wê têrîtoîyaê nêzîkî 5O-î leşkerên amêrîkî hene. Bi gotina wî ewî e’şaretî daye Êrdog’an,wekî eger leşkerekî amêrîkî jî birîndarbe, wî çaxî tiştên xirab we pêşîya serokên T’irk’îyaêbin.