Cîhan

Serekwezîrê Ermenîstanê serk’arên dêlêgasîyaên navnet’ewî, yên civîna têk’nolocîyên bilind qebûl kirine

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li h’ukumatê serk’arên dêlêgasîyaên navnet’ewî, yên ku t’evî h’emcivîna têk’nolocî dibin, qebûl kirine. Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê:“Bona welatê me gelekî girînge, ku nava goveka têk’nolocîda hevk’arîya navnet’ewî bikin. Tiştê veşartinê nîne,wekî têxnologîyaên bilind r’ola mezin nava heleqetîyên nvanet’ewîda dilîzin. Li t’emamîya dinîyaê têxnolgîyaên înformasîon alîkî pêşdaçûyîna dînamîke û nikarin goveka têk’nolocî bêyî hevalk’arên navnet’ewî pêşda bibin.R’oja îroyîn têxnologîyaên pêşdaçûyî t’enê li welatekîda nabin û em gerekê deşta hevk’arîya navnet’ewî sazkin”.Serekwezîr û serk’arên dêlêgasîyaên navnet’ewî fikir dora r’ojeva civîna têk’nolocîyên înformasîonda p’evguhar’tine û usa jî derheqa mecalên pêşxistina hevk’arîyê xeberdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button