SerekeSîyasî

Serekwezîrê K’urdistanê û wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der h’alê li Sûrîyaê gotûbêj kirine

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî r’oja duşemê wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov li Hewilêrê qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê Barzanî bangî R’ûsîyayê kirîye, ku hevr’a hevk’arîyê bikin bona h’elkirina h’alê sîyasîyî we’dedirêj. “Hevr’axeberdanên k’ûrbûyî t’evî wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov derbaz bûn û min derheqa aktûalîya qewimandinên li Sûrîyaê daye dîyarkirinê û bangî R’ûsîyaê kirîye, ku bona h’elkirina sîyasîye we’dedirêj hevk’arîyê bikin, ya ku wê maf û qedirê h’emû cime’tên Sûrîyaê, nava wanda usa jî yên k’urda, bip’arêze”,-Barzanî gotîye.Xeberdan usa jî derheqa Hewilêrê û Beg’dayêda çûye û Barzanî derheqa pêşk’eftinêda daye dîyarkirinê. Heleqetîyên Hewilêrê û Moskvayê jî hatine gotûbêjkirinê.Li Hewilêrê Lavrov r’asthatinên cuda-cuda t’evî nevsên k’urde derecebilind derbaz kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button