SerekeSîyasî

H’ukumata Herêma K’urdistanê e’şaretîyê dide,wekî eger opêrasîona leşkerî li Sûrîyaê destpêbe, encamên çiqasî giran dikarin pêşda bên

H’ukumata Herêma K’urdistanê girêdayî qirara Waşîngtonêr’a, ya derheqa derxistina eskere ji Sûrîyaê xemgîne, çimkî diqewime T’irk’îya li wir opêrasîona leşkerî destpêke. Çawa ku mala Sipî e’lam kir,wekî wê eskerê xwe ji Sûrîyaê derxe, T’irk’îyaê da fe’mkirinê,wekî hazirîyên bona destpêkirina opêrasîona leşkerî, ya dijî k’urdên Sûrîyaê, ser hevda hatine. “H’ukumata K’urdistanê bangî T’irk’îyaê dike, ku T’irk’îya çawa endama koalîsîonê ji înîsîyatîvaên wî cûr’eyî paşda bisekine, çimkî r’ûê wê yekêda wê pêşk’eftina nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê bit’er’ibe”,-nava e’lametîya h’ukumata Herêma K’urdistanêda hatîye gotinê.Ewê usa jî e’şaretî daye,wekî opêrasîonên wî cûr’eyî dikarin qewila sazkin, ku  DAÎŞ paşda bizvir’e.Bo wê yekê jî h’ukumata K’urdistanê h’esab dike,wekî alîyên nava konflîktêda, nava wanda usa jî alîyên k’urda bi r’îya dîyalogê h’al bidine milahîmkirinê.H’ukumata herêmê daye dîyarkirinê,wekî Herêma K’urdistanê wextê şer’k’arîya t’evî DAÎŞ-ê qurbanîke mezin daye û li cem xwe nêzîkî du mîlîon mihacir qebûl kirine.Bo wê yekê jî civaka navnet’ewî  cabdare, ku ew yek neqewime. H’ukumata Herêma K’urdistanê wê dîsa dîna xwe bide h’al û wê ce’dandina bide k’ifşê, bona ku h’alê li wir sert nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button