SerekeSîyasî

T’ramp’:me k’urd t’enê nehiştine, em dîsa piştgirîya hindava wanda berdewam dikin

Serokê ŞAY Donald T’ramp’ T’wîttêra xweda nivîsîye,wekî ŞAY k’urd t’enê nehiştine û alîk’arîya matêrîyalî, usa jî sîlih’a wanr’a dişîne. “Diqewime em nava prosêsa derk’etina ji Sûrîyaêne, lê me k’urd t’enê nehiştine, ew merivên cuda û şer’k’arên başin.Heleqetîyên meye t’evî T’irk’îyaê jî başin, çimkî T’irk’îya hevk’ara meye nava NATO-ê û k’ir’în- frotanêdane”,-ewî nivîsîye.Bi gotina wî T’irk’îya fe’m dike,wekî nenihêr’î wê yekê, ku 5O-î leşkerên ŞAY wê li wê neh’îyê bimînin, lê h’emû gavên leşkerîye bê h’îme ji alîyê Enqerêda avîtî dikarin zyaneke mezin bighînine êkonomîka wê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button