Cîhan

Destanînên piştî şorişa e’dile li Ermenîstanê, yên şakirinêne: kongrêsmênên ŞAY

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr kogrêsmênên ŞAY Cêk’î Sp’îr û Cûdî Çû qebûl kirine.Ji admînstrasîya serekwezîrê Ermenîstanê r’agîhandine,wekî Nîkol P’aşînyan derheqa guhar’tinên girînge nava govekên welête cuda-cudada xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî dêmokratîya bawarîya civaka Ermenîstanêye, sîstêma qîmetîyaye û ewê wan werguhastina berdewam bike. Kongrêsmên Cêk’î Sp’îr û Cûdî Çû dane dîyarkirinê,wekî li Ermenîstanê şorişa e’dil qewimîye û destanînên piştî wê şorişê yên r’uh’darkirinêne û ŞAY hazire piştgirîyê bide P’aşînyanê serekwezîr, h’ukumata bi serk’arîya wî, ku ew werguhastin pêşda her’in. Xeberdan usa jî derheqa seredana li Arsaxê çûye, wextê k’îjanê  kongsrêmêna derheqa aşîtîh’izîya arsaxîya û fe’mdarîya wane li ser dereca bilind xeberdane. Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê,wekî seredana kongrêsmênên ŞAY-ye li Arsaxê û qîmetkirinên wana girîngin. Ewî serda zêde kirîye,wekî Ermenîstan pêşk’eftina înstîtûtên dêmokrasîyêye li Arsaxê girîng h’esab dike. Hema hilbijartinên li Arsaxê jî pêşk’eftina nava wan alîyada dane k’ifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button