Cîhan

Ermenîstan k’etina eskerê T’irk’îyaêye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê gunek’ar dike

Ermenîstan k’etina eskerê T’irk’îyaêye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê gunek’ar dike, r’ûê çida h’alê li r’êgîonê wê sertbe, nava binelîyên sîvîlda wê kuştî hebin, r’eqema mihacira wê mezinbe, bi t’omerî hildayî krîzîsa merivh’izîyêye nû wê despêbe. Nava e’lametîya wezîreta Ermenîstanêye k’arên derda hatîye dîyarkirinê:“Gelekî tiştekî xemgînîye,wextê h’alê wî cûr’eyî usa jî nava net’ewên kêmjimarda pêşda tê.Ev kirina  qezîyaê bona mafên mêriv û t’er’ibandinên masayî pêşda tîne. Ermenîstan bang dike, ku ce’dandinên navnet’ewî bêne xebitandinê, bona ku ev dagirkirin, beyantîyên bi massayî bêne sekinandinê û binelîên Sûrîyaê bêne p’arastinê.Ermenîstan piştgirîyê dide yektîya Sûrîyaê û xweserk’arîkirina wê û bang dike ji gavên leşkerîye dijî cime’ta Sûrîyaê paşda bisekinin.Ermenîstanê piştgirîya hûmanîtarîye hindava cime’ta Sûrîyaêda berdewam bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button